Rewşa Îdlibê ber bi teqînê ve diçe

aloziyên navbera her du aliyan kûrtir bûne.
کوردستان TV
100%

Tirkiye hêzeke gelek zêde şandiye deverê.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn ragihand ku di çarçoveya aloziyên li Îdlibê de, rewş gelek aloztir bûye û niha ber bi teqîneke mezin ve diçe.

SOHRê di raporta xwe de diyar kiriye ku him Tirkiye û hijm rejîma Sûriye û Rûsyeyê berdewamin li ser amadekariyên xwe bo şereke mezin û berdewamî hêz li deverê bi taybetî li başûrê Rojavayê Îdlibê, çiyayê Zawiye û derdorê rêya M4 bicîh dikin.

Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku duhê bi tenê di nava yek seatê de Tirkiye zêdetir ji 200 tirimbêlên leşkerî şandiye başûrê rojavayê Îdlibê.

Ji aliyeke din ve li gel nakokiyên li Îdlibê û amadekariyên operasiyoneke mezin ji aliyê Sûriye û Rûsyeyê ve, Tirkiye gef li Kurdan dike û dibêje emê operasiyonên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bikin û bo vê yekê jî Tirkiye ligel Fermandarên komên cîhadî civiyaye û qala amadekariyên operasiyonê kirine.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.