Daxwaz ji Biden kiriye balefiran nede Tirkiyeyê.
Di çarçoveya aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê de, duhê hijmareke zêde ji Kongrêsmanên her du baskên Kongrêsê, nameyek dane Serokê Amerîkayê Jeo Biden.
Kongrêsmanên demokrat û komarî, di nameya xwe de diyar kirine ku Tirkiye bûye gefeke mezin li ser Amerîka û hevpeymanan û lazime li hember Tirkiyeyê tedbîr werin stendin.
Di nameya Kongrêsmanan de hatiye gotin ku lazime hikûmeta Amerîkayê bi ti awayî balefirên şer yên F16 nefiroşe Tirkiyeyê û keresteyên nûjen kirina F16an jî nede Tirkiyeyê.
Herwiha Kongrêsman tekez li ser vê yekê kirine ku eger hikûmet amadebe balefiran bide Tirkiyeyê lê kongrês vê yekê qebûl nake û red dike.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin