Duhê civînê hatibû lidarxistin.
Piştî ku duhê li mala Serokê firaksiyona dewleta qanûnê Nûrî Malikî civînek di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de hate lidarxistin, aliyên Kurdî daxuyaniyek weşandin.
Aliyên Kurdî bi taybetî her du hêzên serekî, PDK û YNK eşkere kirine ku ti aliyeke Kurdî beşdarî di civîna mala Nûrî Malikî de nekiriye, ev civîna han civîneke taybet bi aliyên şîe yên Îraqê bûye.
Herwiha hate zanîn ku beşek ji aliyên siyasî yên şîe jî beşdar di civînê de nekirine û aliyên beşdar di civînê de jî li ser encamên hilbijartinan giftûgo kirine û encamên hilbijartinan jî red kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin