Erbil 24°C sêşem 24 gul 23:54

Serok Barzanî li gel balyozê Kanadayê civiya

Serok Barzanî: Serkeftina prosesa siyasî girêdayî demokrasiya bihêze.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê Ulric Shannon kir.

Di civînê de ku Berpirsê karûbarên nivîsîngeha Konsulusxaneya Kanadayê ya li Hewlêrê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraqê, prosesa hilbijartinên parlementoya Îraqê û rewşa piştî hilbijartinan hate kirin.

Di civînê de Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, serkeftî bûna prosesa siyasî ya li Îraqê girêdayî bi bihêz bûna demokrasî, cîhbicîh kirina hevbeşiyê û rêz girtin ji mafên tevahiya pêkhateyane.

Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistan û gelê Kandayê de kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.