Hevpeymaniya Fetih: Em destwerdaniyên derve red dikin

dibêje nabe welatên din destwerdanî bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bi daxuyaniya NY ecîbmayîne.

Hevpeymaniya Fetih ya parlementoya Îraqê yaku Hadî Amerî Serokatiya vê dike ragihand ku ev weke hevpeymaniya Fetih her cure destwerdaniyeke derve di hilbijartinên Îraqê de red dike.

Hevpeymaniya Fetih herwiha diyar kiriye ku li hember daxuyaniya civata ewlekariya ser bi Netewên Yekgirtî ya derbarê encamên hilbijartinan de ecîbmayîne û civata ewlekariyê di demekê de pîrozbayiya serkeftina hilbijartinan dike ku hîn jî encamên dawî nehatine ragihandin û bersifa dozên ku li ser encamên hilbijartinan hatine tomarkirin nehatiye dayîn.

Hevpeymaniya Fetih nêzî Îranêye û weke basikê siyasî ya heşda şebî tê nasîn û di hilbijartinên parlementoya Îraqê de rastî şikesteke gelek mezin hatibû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.