Erdogan fermana derxistina 10 balyozan daye.
Aloziyên navbera Tirkiye û welatên Ewrûpî li ser mijara daxwaza azad kirina karsazê navdar Osman Qavala her ku diçin zêdetir dibin.
Piştî ku hefteya derbasbûyî 10 balyozên welatên Ewrûpî daxwaza azad kirina Qevala kiribûn, duhê jî Serokkomarê Tirkiyeyê gef li wan balyozan kiribû û ragihandibû ku ev balyozên han vê weke kesên nexwestî li Tirkiyeyê werin nasîn û lazime ji Tirkiyeyê derkevin.
Erdogan duhê eşkere kiribû ku ferman bi wezareta derve ya Tirkiyeyê daye daku bo der kirina wan balyozan pêngavên pêwîst bavêje.
Li hember de jî welatên wan balyozan û YE jî bi tundî gef li Tirkiyeyê dikin û qala sepandina dorpêçên gelek dijwar bi ser Tirkiyeyê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin