Amerîka dest derxistina hin dîplomatên xwe kir

xwepîşander gehêştine bazgeha duyem ya navçeya kesk.
کوردستان TV
100%

Îro balefireke taybetî şandiye Bexdayê.

Li gel aloztir bûna rewşa Bexdayê û zêdetir bûna gefên alîgirên heşda şebî yên li dijî encamên hilbijartinan, Amerîka biryar daye daku hijmareke diplomat û karmendên girîng yên balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bo Îmaratê vekêşe.

Bo vê yekê îro danê sibê balefireke taybetî ya Amerîkayê gehêştiye Bexdayê û biryare hijmareke zêde karmend û dîplomatên balyozxaneya Amerîkayê veguhêze navenda leşkerî ya Zefer ya li Îmaratê.

Weke tê zanîn beriha niha Amerîka biryar dabû ku hêzên xwe yên şerker jî ji Îraqê vekêşe.

Ji aliyeke din ve xwepîşandanên li Bexdayê rojbiroj berfiretir û aloztir dibin û dema ku heşda şebî bo hilweşandina encamên hilbijartinan diyarî kiribû, sibê bi dawî dibe.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.