Di rojên pêş de vê rêkeftinê îmze bike.
Di dawiya sala 2020an û destpêka sala 2021an de, bi pêşengiya Amerîkayê, hin welatên Erebî dest bi prosesa normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê kirin.
Di vê çarçoveyê de Sûdan, Mexirîb, Behreyin û Îmarat rêkeftina normal kirina têkiliyan îmze kirin.
Ji aliyeke din ve çapemeniya Îsraîlê jî belav kiriye ku niha welateke din ya Erebî mişxûlî hewldan bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê ye û tê payîn ku di rojên pêşiya me de rêkeftin di navbera Îsraîl û welatê han de were îmzekirin.
Çapemeniya Îsraîlê navê welat eşkere nekiriye lê pispor behsa vê yekê dikin ku Eman welatê pêncem yê Erebiye ku dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin