Heşda şebî gefan dike

dibêje bo berevanî kirin ji hebûna xwe amade bin.
کوردستان TV
100%

Ji encamên hilbijartinê neraziye û encam qebûl nake.

Duhê encamên seretayî yên hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Îraqê hatin ragihandin.

Li ser asta Îraqê tevgera Sedir û partiya demokrata Kurdistanê  yekem û duyemin.

Li gor encamên komîsyonê, baskên siyasî yên çekdarên heşda şebî, bi taybetî hevpeymaniya Fetih ya bi Serokatiya Hadî Amerî, ji sedî 70ê dengên berê yên xwe kêm kirine.

Hevpeymaniya Fetih dibêje di hilbijartinan de sextetkarî hatine kirin û em encamên hilbijartinan qebûl nakin.

Her di vê çarçoveyê de baskeke din  ya heşda şebî bi navê ketayin hizbullah eşkere kiriye ku ev encamên hilbijartinan qebûl nakin jiber ku pilaneke siyasî li dijî wan di holê deye.

Ketayib hizbullah herwiha gef li aliyên din kiriye û daxwaz ji çekdaran jî kiriye daku bo berevanî kirin ji hebûna xwe, xwe bi her awayî amade bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.