Dîsa êrîşî ser çekdarên Îranî hate kirin

êrîş bi rêya dorneyan pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Êrîş li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê pêk hatiye.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê, duhê bi şev balefirên nenas yên dorne êrîşî ser çend komên çekdar yên heşda şebî yên ser bi Îranê kirine.

Li gor daxuyaniya navendê, êrîş direngiya şeva derbasbûyî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê pêk hatiye.

Hate zanîn ku di encama êrîşa han de teqînên gelek bihêz li cîhê bûyerê ( Elbûkemal) çê bûne.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de êrîşên ser komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriye û sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê zêdetir bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.