Serokwezîrê Îraqê ev yek bo raya giştî eşkere kiriye.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne di operasiyonekê de berpirsê darayî yê DIŞIê û Cîgirê Xelîfeyê berê yê DIŞIê Ebûbekir Bexdayî binçav bikin.
Kazimî li ser twitterê nivîsandiye; Dema beşek ji îstîxbarata Îraqê mişxûlî parastina ewlekariya hilbijartinan bû, baskek ji îstîxbarata Îraqê li derveya sînorên Îraqê bo girtina Cîgirê Xelîfeyê DIŞIê Samî Casim operasiyon kirine û di encama operasiyonê de hêzên îstîxbarata Îraqê karîne Samî Casim binçav bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin