Li Îraqê çend kes hatin girtin

dibêje xwestine bandorê li ser dengderan bikin.
کوردستان TV
100%

Xwestine zextan li Dengderan bikin.

Asayîşa  nîştimanî ya Îraqê ragihand ku hêzên ewlekarî li Îraqê bi tundî çavdêriya rewşa hilbijartinan dikin û îro hêzên han karîne çend kesan binçav bikin.

Li gor daxuyaniya asayîşa nîştimaniya Îraqê, li çend deverên curbicur yên Îraqê, çend kesên ku xwestine zextê li dengderan bikin û wan neçar bikin li gor dilê wan deng bidin, hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku bi fermana Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hêzên ewlekarî tedbîrên gelek tund stendine û rê nadin ti kes û aliyekê ku bandorê li ser dengderan bike anjî zextan li dengderan bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.