Kazimî jî dengê xwe da

dibêje lazime xelk bo dabîn kirina dahatûyeke baş beşdarî di dengdanê de bike.
کوردستان TV
100%

Li Bexdayê çû ser sindoqê.

Îro di çarçoveya prosesa dengdana giştî de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî beşdarî di prosesa dengdanê de kir û li yek ji navendên dengdanê li Bexdayê dengê xwe da.

Kazimî bi nîv seat piştî Nêçîrvan Barzanî beşdarî di dengdanê de kir.

Kazimî piştî dengdanê jî gotarek kurt pêşkêş kir û daxwaz ji xelkê kir daku bo dabîn kirina dahatûyeke baştir beşdarî di prosesa dengdanê bike.

Kazimî herwiha hêvî xwest ku hilbijartin bi aramî û şefafî were kirin û encamên hilbijartinê jî bandoreke baş li ser  rewşa Îraqê bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.