Çapemeniya cîhanî jî hilbijartinên Îraqê dişopîne

vê hijmara medyakaran hîn zêdetir bibe.
کوردستان TV
100%

Komîsyon dibêje hijmara medyakarên biyanî gelek zêdeye.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê îro ragihand ku gelek navend û dezgehên çapemeniyê yên cîhanî, prosesa hilbijartinan li Îraqê dişopînin.

Li gor daxuyaniya komîsyonê niha 419 rojnameger û medyakar prosesa hilbijartinê dişopînin û ev hijmara han vê zêdetir bibe bi taybetî di roja dengdana giştî de.

Ji aliyeke din ve komîsyonê diyar kiriye ku di rojên dengdanê de ev tiştên han qedexene; Hilgirtina çekan, kerestên birîndarker weke kêr, kerestên agirîn, hatûçûya navbera parêzgehên Îraqê, hatûçûya bi matoran, birina telefûnan bo nava navendên dengdanê, hatûçûya navbera Îraq û welatên din û geştên navxweyî yên li balefirxanên Îraqê de.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.