Dibêje vê têkiliyên me têk biçin.
Mijara sîstema berevaniya mûşekî ya S400 hîn jî di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de kêşeyeke mezine û nehatiye çareserkirin.
Tirkiye ku ji Rûsyeyê karwana yekem ya sîstema berevaniya mûşekî ya S400an kirî bû, ji aliyê Amerîkayê ve hatibû cezakirin û di çarçoveya zagona Kaatsada Amerîka dopêçên tund anîbû ser Tirkiyeyê.
Rixmî wan dorpêçan, di dawiya meha Îlonê de Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihandibû, vê Tirkiye karwana duyem ya S400an ji Rûsyeyê bistîne.
Ev daxuyaniya Tirkiyeyê bû sedem ku rayedarên Amerîkayê bi tundî huşdarî bidin Tirkiyeyê.
Di destpêkê de wezareta derve, pişt re jî peyvdarê Koşka Spî û dûv re jî wezareta berevanî ya Amerîkayê huşdar dabûn Tirkiyeyê ku eger karwana duyem ya S400an bistîne vê rastî cezakirin û dorpêçên tund yên Amerîkayê were.
Piştî wan sê daxuyaniyan, Kongresa Amerîkayê jî daxwaz kiribû ku cezayên giran li ser Tirkiyeyê werin sepandin.
Duhê jî Cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê Wendy Sherman huşdarî da Tirkiyeyê û ragihand ku eger Tirkiye tişteke wisa bike vê Amerîka ji bilî dorpêçên berê, dorpêçên nû yên dijwar bi ser Tirkiyeyê bisepîne û ev pêngava Tirkiyeyê vê bibe sedema têkçûna zêdetir ya têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin