Tetbîqata leşkerî sibê destpê dike.
Li gor nûçeyeke ajansa Fars ya Îranî vê roja înê tetbîqateke mezin ya leşkerî li Bakûrê Rojhilatê Kurdistanê ku Îranî jê re Bakûrê Rojavayê Îranê dibijin destpê bike.
Ajansa Fars li ser zarê Fermandarê hêzên artêşa Îranê Keyumers Heyderî veguhastiye ku tetbîqat sibê Înê li deverê de bi beşdariya hêzeke zêde ji artêşê, çend, balefir, kopter û yekîneyên topxane destpê dike û çend rojan berdewam dibe.
Nav hatî diyar kiriye ku armanc ji tetbîqata han pêşde birina karînên artêşa Îranê ye.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî Serokê Azerbaycanê gotibû ku li ser sînorê Îranê tetbîqateke leşkerî dikin û Îran jî li hember vê pêngava Azerbaycanê dilgiraniya xwe diyar kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin