Îran hawirde kirina amûrên malê qedexe kir

dibêje zirarê dide hêlbirênerên navxweyî.
کوردستان TV
100%

Ev biryar li ser daxwaza Rêberê şoreşa Îranê hatiye dayîn.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji wezîrên bazirganî, abûrî û aliyên din yên têkildar yên Îranî re ragihandiye ku ji niha û pêde hawirde kirina her cure amûreke nava malê yên elektirîkî ji Koreya Başûr bo Îranê hatiye qedexekirin.

Reîsî ji wezîr û aliyên têklidar re gotiye ku ev biryar biryara Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyiye û Xamneyî gotiye ku hawirde kirina wan amûran zirarê dide hêlbirênerên navxweyî yên Îranê lewre lazime ev biryar bilez were cîhbicîhkirin û nabe ji niha û pêde ti kesek ti amûreke malê ji Koreya Başûr hawirdeya Îranê bike.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.