Îran: Me tîmeke sîxoriyê ji nav biriye

dibêje Serokê tîma han jî hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Îtlaat dibêje Serokê tîmê kuştiye.

Duhê bi şev kanala fermî ya Îranê belav kir ku, hêzên îtlaatê yên vê welatî karîne tîmeke sîxorî yaku kar bo Îsraîlê kiriye û xwestiye li Îranê çalakiyên dijî Îran bike binçav kirine.

Kanala fermî ya Îranê li ser zarê îtlaata Îranê belav kir ku, îtlaat ev demek bû çavdêriya vê tîma han dikir ku beriya ku tîma sîxorî ya Îsraîlê li Îranê dest bi çalakiyan bike. Tevahiya endamên tîmê ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.

Îtlaatê herwiha eşkere kiriye ku Serokê tîma han jî ji aliyê wan ve hatiye kuştin.

Heta niha hikûmet û aliyên têkildar yên Îsraîlê li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedane.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.