Avustiraliya dîsa deriyên xwe vekir

beriya 18 mehan deriyên xwe jiber koronayê daxistibû.
کوردستان TV
100%

Ev 18 meh bû tevahiya deriyên vê welatî daxistî bûn.

Serokwezîrê Avustiraliyayê Scott Morrison ragihand ku hikûmet biryar daye, deriyên welatê xwe bo welatiyên biyanî yên ku dixwazin serdana vê welatî bikin veke.

Serokwezîrê Avustiraliyayê diyar kiriye ku beriya 18 mehan jiber belav bûna Koronayê, hikûmet biryar da bo parastina selametiya welatiyan tevahiya deriyên Avustiraliyayê daxe û rê nede ti welatiyek anjî torîsteke biyanî serdana Avustiraliyayê bike.

Lê niha jiber kêm bûna asta belav bûna Koronayê û herwiha derketina vaksîna dijî Koronayê, biryar hatiye dayîn daku deriyên Avustiraliyayê dîsa werin vekirin.

Li Avustiraliyayê zêdetir ji sedî 80ê welatiyan hatine vaksînekirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.