HDP belgenameya xwe bo raya giştî eşkere kir

belgename ji 11 xalên sereke pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Ev demek bû kar li ser amade kirina belgeya han dihat kirin.

Îro bi merasîmeke girseyê HDPê belgenameya xwe yaku ev çend meh bû kar bo amadekirina vê dikir bo raya giştî ragihand.

Ev belgename yaku ji 11 xalên serekî pêk hatiye werke nexşe rêya HDPê ya bo qonaxa pêşerojê ya Tirkiyeyê ye û herwiha weke pîvannameya HDPê ya bo hilbijartinên Tirkiyeyê jî tê bilêvkirin.

Xalên serekî yên belgenameyê ewin:

  1. Demokrasiya bihêz
  2. Sîstemeke dadwerî ya serbixwe û bêalî
  3. Li hember rejîma qeyûman îradeya gel
  4. Çareseriya demokratîk bo pirsa Kurd
  5. Dîplomasiyeke aştiyane
  6. Azadî û wekheviya jinan
  7. Wekheviya jinan di abûrî de
  8. Jêhatîbûn di rêveberiya giştî de
  9. Parastina xwezayê
  10. Jiyaneke azad bo ciwanan
  11. Destûreke demokratîk

Hevserkê HDPê jî qala vê yekê dikin ku ev belgename hem nexşe rêya HDPê û him jî pêvannameya HDPê ya bo hevpeymanî kirin di hilbijartinan deye û her aliyek ev 11 xalên han qebûl bike û kar bo cîhbicîh kirina wan bike HDP dikare li gel vê, wî hevbeşiyê bike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.