Li Kerbelayê merasîmeke mezin tê organîzekirin.
Îro çileya Îmam Husêne û vê li bajarê Kerbelayê bi beşdariya sed hezaran kesan bi taybetî welatiyên şîe merasimeke olî were lidarxistin.
Di merasîma han de şîeyên Îraq, Îran û çend welatên din jî beşdarin.
Ji aliyeke din ve hêzên ewlekarî û îstîxbarata Îraqê jî li gor gotinên wan, pilaneke baş bo parastina selametî û ewlekariya Ziyaretkaran amadekirine û di çarçoveya pilana han de li ser esasê zaniyariyên ku destê wan ketine, çend operasiyon bo pêşî girtin ji êrîşên ser Ziyaretkaran lidar xistine û karîne çend êrîşan pûç bikin.
Weke tê zanîn beriya niha Îraq û Îran bo pêşî girtin ji hatina hijmareke zêde ji welatiyan, rêyên bejayî daxistibûn û Îran jî neçar mabû bi rêya balefirên leşkerî Ziyaretkarên Îranî û Îraqê veguhêze.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin