Rûsye: Tirkiye erkê xwe bi cîh ne anî

dibêje Tirkiye bo vê yekê ti gavek ne avêtiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje gelek dem derbas bû lê Tirkiye ti gavek ne avêt.

Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de derbarê Îdlibê de ragihand ku Tirkiye ku li gel Rûsyeyê derbarê Îdlibê de rêkeftin îmze kiriye, erkên xwe bicîh neaniye.

Lavrov eşkere kiriye ku li gor rêkeftina ku hatiye îmzekirin lazim bû bilez opozîsyona liberal ji terorîstan were cudakirin, û ev erkê serekî yê Tirkiyeyê bû lê heta niha Tirkiye di vê derbarê de ti gavek neavêtiye.

Lavrov behsa vê yekê kiriye ku komên çekdar yên li Îdlib û derdorê bûne metirsiyeke sereke û êrîşên xwe didomînin lewre lazime pêşiya wan were girtin.

Ev daxuyaniya lavrov di demekê deye ku biryare roja çarşem Erdogan û Putin li ser rewşa Îdlibê bicivin.

Herwiha ev demêke ku balefirên Rûsî hem li Îdlib û him jî li Efrînê êrîşên xwe yên bo ser komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve zêdetir kirine.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.