Teqînek li paytexta Somalê herî kêm 8 kesan dikuje

polîs dibêje koma Elşebab teqîn pêk aniye.
کوردستان TV
100%

Polîsê Somalê îro Şemiyê got otombêleke bombekirî li nêzîkî koşka seroktiyê li paytexta welêt teqîya û grûpa al-Şebab ya girêdayî al-Qaîde berpirsiyariya wê êrîşê ragihand û got wan karwaneke otombêlên ku derbasî koşka seroktiyê dibûn kir armanc.

Peyvdarê polîs Abdulfatah Aden Hassan li cihê teqînê ji peyamnêran re got: Al-Şebab li pişt teqînê de ye. Wan 8 kes kuştin, di nav de jî serbazek û dayikek û du zarokan. Al-Şebab komkujiyan di derheqê sivîlan de dike.”

Wî anî ziman ku hejmara qurbaniyan renge hîn bêhtir be, ji ber ku hin kuştî û birîndar ji aliyê kes û nasên wan ve hatin birin.

Peyvdarê leşkerî yê grûpa al-Şebab Abdiasis Abu Musab got ku”ajovanekî mucahid bi erebeya bumbekirî karwanekî otombêlan ku diçû nav koşka serokyiyê kir armanc.”

Ji dengê amaerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.