Navê pilanê B ye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, Amerîka û Îsraîl nîqaş li ser pilaneke din ya li dijî Îranê binavê pilan B dikin.
Çapemeniya Îsraîlê diyar kiriye ku Serokê Îsraîlê û Amerîkayê li New Yorkê civiyane û di civînê de her du aliyan behsa vê yekê kiriye ku eger hatû prosesa vegerandina Îranê bo ser maseya diyalogê ya tabet bi bernameya etomî ya Îranê rastî şikestê hat vê demê lazime Amerîk û Îsraîl xwedan pilanek bin li dijî Îranê.
Çapemeniya Îsraîlê ev yek zelal kiriye ku Serokê her du welatan, nîqaş li ser pilana be ya li dijî Îranê kirine.
Weke tê zanîn di rojên derbasbûyî de jî Serokê Amerîkayê ragihandibû ku nabe Îran bibe xwedan çekên Etomî û li hember jî Serokkomarê Îranê ragihand bû, bo ku Îran vegere ser maseya diyalogê lazime Amerîka tevahiya dorpêçên ser Îranê hilweşîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin