Bi çavdêriya Serokwezîr hatin cerbandin.
Amadekariyên heyî yên bo hilbijartinan li Îraqê berdewamin û îro komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê, amûrên dengdanê û amadekariyên xwe yên bo dengdanê cerband.
Di merasîmê de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî beşdar bû û amûrên dîcîtalî yên dengdanê bi çavdêriya Serokwezîr Mistefa Kazimî hatin cerbandin.
Biryare hilbijartinên parlementoya Îraqê di roja 10 Cotmehê de werin kirin û komîsyon jî diyar kiriye ku di nava 24 seatan de vê encamên hilbijartinan eşkere bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin