Dibêje bi rêya çekên remote control kuştiye.
Rojnameya Amerîkî New York Tames babetek derbarê kuştina zaniyarê etomî yê Îranê Muhsin Fexrîzade de nivîsandiye.
Di babetê de hatiye diyarkirin ku Fexrîzade ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin lê bo kuştina Fexrîzade, ti kesek anjî ti amûreke Îsraîlê di nava axa Îranê de nebûye.
Li gor babetê, îstîxbarata Îsraîlê bi rêya aqilê teknîkî û çekên ji cureya remote control ( çekên ku ji dûr ve têne kontrolkirin) kuştiye.
Weke tê zanîn ku ev zaniyarê Îranê li nêzî mala xwe ya li Bakûrê Tehranê beriya salekê hatibû kuştin û di dema kuştinê de jî çapemeniya Îranê qala vê yekê kiribû ku di nava kolan û cadeyên cîhê bûyerê de pevçûneke çekdarî çê bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin