Di wan rojan de hêzên Amerîkî vedikêşin

biryare heta dawiya 2021an tevahiya hêzên şerker yên Amerîkî ji Îraqê vekêşin.
کوردستان TV
100%

3 lîwayên şer vê ji Îraqê derkevin.

Di çarçoveya rêkeftina nabvera Amerîka û Îraqê de ya bo vekêşîna hêzên şerker  yên Amerîkî ji Îraqê, vê di rojên pêşiya me de 3 lîwayên şerker yên Amerîkî ji Îraqê vekêşin.

Di vê derbarê de Peyvdarê Fermandariya operasiyonên hevbeş yên Îraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand ku di çarçoveya rêkeftina navbera Amerîka û Îraqê de ya bo vekêşîna hêzên şerker yên Amerîkî ji Îraqê, vê di çend rojên pêşiya me de 3 lîwayên şerker yên Amerîkî ji Îraqê vekêşin.

Lîwa Tehsîn Xefacî herwiha diyar kiriye ku rewşa Îraqê ne weke rewşa Efxanistanê ye û hêzên ewlekarî yên Îraqê jî dikarin ewlekarî û asayîşa Îraqê biparêzin û şerê dijî terorê bikin.

Weke tê zanîn li gor rêkeftina navbera Amerîka û Îraqê yaku îsal hatiye îmzekirin vê Amerîka heta dawiya sala 2021an tevahiya hêzên xwe yên şerker yên li Îraqê ji vê welatî vekêşe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.