Beriya niha hatibûn rawestandin.
Wezareta derve ya Îraqê ragihandiye ku Rûsye û Îraq li ser ji nûve destpê kirina geştên esmanî yên Rûsyeyê yên bo Îraqê lihev kirine.
Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê, wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên di serdana xwe ya bo Rûsyeyê de, daxwaz ji rayedarên Rûsyeyê kiriye daku Rûsye rê bide dîsa geştên esmanî yên Rûsyeyê bo Îraqê destpê bikin.
Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê, rayedarên Rûsyeyê jî ev daxwaza han pejrandine û biryar dane ku ji roja 21ê Îlonê pêve, geştên esmanî yên Rûsyeyê bo Îraqê dubare destpê bikin.
Weke tê zanîn Rûsye di dema şerê dijî DIŞIê de û pişt re jî jiber Koronayê geştên xwe yên esmanî yên bo Îraqê rawestandibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin