Perestgeheke kevnar ya Sûmeriyan hate dîtin

dîroka perestgehê vedigere bo 3 hezar sal beriya mîladê.
کوردستان TV
100%

Li parêzgeha Zîqarê ya Îraqê hatiye dîtin.

Rojnameya Sebah ya fermî ya Îraqê belav kir ku, duhê tîmeke erdkolojîkî ya Brîtanî bi hevbeşî li gel tîmeke erdkolojîkî ya Îraqî, karîne perestgeheke kevnar ya Sûmeriyan li parêzgeha Zîqarê bibînin.

Li gor rojnameya han dîroka perestgehê vedigere bo beriya 3 hezar salan beriya zayînê, û navî perestgehê Elanînoye ku taybete bi serdema Îlale Nîn Cirso ye û li bajarokê  Kerso ku li bakûrê Zîqarê ye hatiye dîtin.

Birayre bi mebesta lêkolînên zêdetir yên erdkolojîkî 5 tîmên din yên erdkolojîkî di meha 11ê de serdana Îraqê bikin û li ser perestgehê dest bi lêkolînan bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.