Mistefa Kazimî serdana Îranê dike

Îran û Siûdiye çend caran li Bexdayê civiyane.
کوردستان TV
100%

Sibê diçe Îranê û li gel rayedarên Îranê diciviye.

Li gor çapemeniya Îraqê vê roja yekşem, 12ê Îlonê, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Îranê bike.

Çapemeniya Îranê belav kiriye ku Mistefa Kazimî li Tehranê li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û rayedarên din yên vê welatî diciviye.

Di civînê de vê nîqaşli ser têkiliyên navbera Îraq û Îranê û herwiha têkiliyên navbera Îran û Siûdiye û prosesa diyaloga navbera Îran û Siûdiyeyê were kirin.

Weke tê zanîn di dawiya meha Tebaxê de hate diyarkirin ku heta niha li Bexdayê şandin Îranî û Siûdî du caran civiyane.

Ji aliyeke din ve ev demêke jiber nedana pereyan, Îran henarde kirina elektirîkê bo Îraqê kêm kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.