Ajansa etomî jî derbarê Îranê de daxuyaniyek dabû.
Duhê wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya serdana xwe ya bo Almanyayê behsa rêkeftina etomî ya di navbera cîhan û Îranê de kir.
Antony Blinken ragihand ku jiber kiriyarên Îranê, civata cîhanî ji wan berejnwediyên xwe yên ku dibûn sedem daku li vegera Îran û civaka cîhanî bo ser rêkeftina etomî, nêzîktir bibin, dûr dikeve.
Blinken herwiha diyar kiriye ku egera vegerê bo ser rêkeftinê gelek zehmet bûye.
Ev gotinên Blinken piştî vê yekê hatin ku beriya du rojan ajansa etomî ya cîhanî jî behsa vê yekê kiribû ku Îran prosesa çavdêrî kirina navendên etomî û karûbarên etomî yên Îranê ji aliyê tîmên ser bi ajansê ve, asteng dike û niha çavdêriya ajansa etomî ya Îranê li ser karûbarên etomî yên Îraqê gelek lawaz bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin