Taliban: Hikûmeta nû demkî dibe

li Eyaleta Pencşîrê hîn jî pevçûn didomin.
کوردستان TV
100%

Dibêje destûreke îslamî tê amadekirin.

Peyvdarê Talibanê Zebîhulah Mucahêd derbarê hikûmeta nû ya Efxanistanê de yaku biryar bû beriya çend rojan ji aliyê Talibanê ve hatiba ragihandin, lê ragihandina hikûmetê hatiye paşxistin, ragihand ku hikûmeta ku were avakirin vê hikûmeteke demkî be.

Zebîhulah Mucahêd herwiha diyar kiriye ku li Efxanistanê vê hikûmetek li ser esasê şerîeta îslamê were avakirin û bo vê yekê jî vê destûreke îslamî were amadekirin.

Ji aliyeke din ve li eyaleta Pencşîr ya Efxanistanê di navbera Taliban û şervanên eniya berxwedana nîştimanî de pevçûn didomin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.