Hunermendekî Rojhilatî koça dawî kir

beriya du salan bi nexweşiya kanserê ketibû.
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê koça dawî kir.

Hunermndê Kurd xelkê bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê îro şemî li Hewlêrê jiber nexweşiyê koça dawî kir.

Hunermend Xalê Ehmed Pêrwanî ku xelkê gundê Pêrwan ya ser bi bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê ye, demeke dirêje li başûrê Kurdistanê nîştecîh bibû.

Nav hatî beriya du salan bi nexweşiya kanserê ketibû û îro şemî li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Nav hatî stiranbêjekî navdar û dengxweş bû, demeke dirêj bû li gel birayê xwe xizmeta hunera gelerî ya Kurdî kiribû.

N: E. G

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.