Dibêje kes nikare destwerdanî di karûbarên Îraqê de bike.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê fermî yê twitterê peyamek weşandiye û nivîsandiye: Em li ser soza xwe ne, emê di 10 Cotmehê de hilbijartinên pêşwext bikin û berdewam bin li ser xizmet kirina Îraqiyan.
Kazimî di twitterke din de nivîsandiye: Kes nikare û ne xwedan mafe ku destwerdanî di nava karûbarên Îraqê de bike.
Nav hatî herwiha dibêje me soza xwe bo bilind kirina alaya xizmet biriye ser.
Kazimî diyar kiriye ku îro projeya sindoqa nibişan ku dibe sedem daku Îraqî tenê pişta xwe bi dahata petrolê girê nedin pejrandine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin