20 sal bû hêzên Amerîkî li Efxanistanê bûn.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihand ku duhê duşem, prosesa vekêşana Amerîkayê ji Efxansitanê bi dawî hatiye û balefira dawî ya Amerîkayê ji Efxanistanê derketiye.
Amerîka ku 20 sal bû li Efxanistanê bû şerê dijî Talibanê dikir, piştî hilbijartinên serokatiyê, siyaseta xwe li hember Efxanistanê guhert û Serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden di destpêka destbikar kirina xwe de biryar dabû ku lazime heta destpêka Îlona 2021an tevahiya hêzên Amerîkî ji Efxanistanê vekêşin.
Li gel destpê kirina prosesa vekêşana hêzên Amerîkî, Taliban jî êrîşên xwe li dijî hêzên hikûmetê zêdetir kir û di encam de Taliban karî piştî 20 salan dîsa Kabila paytexta Efxanistanê kontrol bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin