Daxwaza darizandina Hesen Rûhanî tê kirin

dibêjin Ruhanî 18 tawanên mezin kiriye.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 500 hezar kesan doz dijî wî vekirine.

Li gor çapemeniya Îraqê zêdetir ji 500 hezar welatiyên Îranî li dijî Serokkomarê berê yê Îranê Hesen Ruhanî doz vekirine û daxwaza darizandina Hesen Ruhanî dikin.

Kesên ku doz vekirine 18 tawan dane stuyê Hesen Ruhanî û dibêjin Ruhanî û serdema desthilatdariya wî bûye sedema wêran kirina Îranê.

Ev kesên han daxwaz ji rayedarên hikûmetê, parlemen û dezgehên dadweriyê yên Îranê kirine daku bilez lêkolînê bidin destpêkirin û Ruhanî bidin dadgehê û were cezakirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.