Bo vê yekê niha di navbera her du aliyan de danûstan heye.
Wezîrê berevanî yê Îraqê Cuma Înad ragihand ku Îraq dixwaze çend kopter û dorneyan li Tirkiyeyê bistîne.
Cuma Înad herwiha eşkere kiriye ku Îraq bo bihêztir kirina sîstema berevaniya esmanîya xwe hewl dide li gel Tirkiyeyê rêkeftinek derbarê kirîna kopterên şer û balefirên dorne ji cureya bayraqdar îmze bike.
Înad diyar kiriye ku Îraqê dixwaze ji dorneyên ji cureya bayraqdar ji Tirkiyeyê bikire.
Weke tê zanîn hinek amûrên wan dorneyan ku Tirkiye wan çê dike ji Kanadayê dihat hawirdekirin lê jiber dorpêçan Kanada biryar daye ku amûrên han nede Tirkiyeyê û jiber vê yekê jî çê kirina dorneyan li Tirkiyeyê rawestaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin