Biden û Zelenskiy dê roja çarşemê li Qesira Sipî bicivin

Amerîka piştîvaniya serweriya netewî ya Ukraynayê dike.
کوردستان TV
100%

Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy dê roja Çarşemê li qesirê bo raberkirina hevkarîyê bicivin.

Ew civîn dê jiber bahoza Ida û vekişîna hêzên Amerîka ji Afganistanê ji ya plankirî du rojan derengtir li dar keve.

Di daxuyaniya Qesira Sipî de hat gotin ku bi hevdîtina Biden û Zelenskiy dê piştgiriya Amerîka ya bo serweriya Ukrayna ya dijî ‘’êrîşvaniya Rûsya’’ were piştrast kirin.

Rûsya di sala 2014’an de Qirim ya Ukrayna dagir kiribû û ji wê çaxê vir ve di navbera Moskow û Kîevê de girjî çêdibin.

Li gor daxuyaniya Qesira Sipî, Biden û Zelenskiy dê ser ewlekarîya enerjiyê, têkoşîna dijî perexwarinê, reforma demokratîk danûstandinê bikin.

Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.