Di kongreya Bexdayê de behsa rola girîng ya pêşmerge tê kirin

dibêje bo dagirtina valatiyê pêşmerge û artêşa Îraqê bihev re dixebitin.
کوردستان TV
100%

Fermandarê giştî yê hêzên çekdar vê yekê dibêje.

Îro kongreya cîranên Îraqê li Bexdayê destpê kir û Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îraqê Yehya Resûl ragihand ku vê di kongreyê de bi berfireyî behsa rola girîng ya hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê û terorê de bi taybetî bo rizgar kirina Mûsil û çend deverên din tê kirin.

Nav hatî diyar kiriye ku pêdiviya wan bi vê yekê heye ku careke din ji nû ve hêzên çekdar yên Îraqê organîze bikin û spasiya wan welatan jî dike ku di vê warî de hevkariya Îraqê û artêşa Îraqê dikin.

Derbarê rêkeftina Şingalê de jî Resûl ragihand ku ev rêkeftin gelek girînge û bo cîhbicîh kirina rêkeftina han heta niha gelek gavên girîng jî hatine avêtin.

Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku weke Fermandarê Îraqê bo cîhbicîh kirina rêkeftina han hatine pîwerdarkirin.

Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îraqê herwiha diyar kiriye ku hîn jî metirsiyên DIŞIê maye bi taybetî li wan deverên ku dikevin navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ( navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê), li wan deveran valatiya ewlekarî heye û pêşmerge û artêşa Îraqê hewl bo dagirtina valatiya han didin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.