Macron: Lazime hilbijartin di dema xwe de were kirin

dibêje Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Îraqê.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokwezîrê Îraqê civiya.
Piştî ku Serokê Franseyê Emmanuel Macron gehêşte Bexdayê, li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiya û piştî civînê de jî her du alî di konferanseke çapemenî de behsa çend mijaran kirin.
Di konferansa han de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kêfxweşiya xwe ya li hember amadebûna Macron di kongreya welatên cîran yên Îraqê de diyar kir û ragihand ku kongreya han dibe destpêka xonaxeke nû bo avedan kirina Îraqê.
Di heman konferansa han de Serokê Franseyê Macron jî rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember organîze kirina kongreya han, diyar kir ku, bo dabîn kirina aramî û avedan kirina Îraqê lazime hilbijartinên parlementoya Îraqê di dema diyar kirî de werin kirin.
Macron tekez li ser vê yekê kir ku, Franse berdewam dibe li ser hevkarî kirina Îraqê û hana Îraqê jî dide daku zêdetir piştîvaniya aware  û penaberan bike.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.