Ev navend li ser sînorê navbera Îraq û Kuwaitê deye.
Jêdereke ewlekarî ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku direngiya şeva derbasbûyî bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên Amerîkî hatiye kirin.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku êrîş li devera sînorî ya di navbera Îraq û Kuwaitê de li nêzî deriya sînorî ya Cerêşan ( Sefwan) pêk hatiye.
Jêderê ewlekarî diyar kiriye ku bi sê mûşekan êrîş pêk hatiye ku du ji wan li derdorê navendê ketine erdê û yeke din jî di nava axa Kuwaitê de ketiye erdê.
Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin