665 kesên din li Îranê canê xwe ji dest dan

heta niha zêdetir ji 104 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Ev demêke hijmara miriyan li Îranê gelek zêde bûye.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îranê di wan demên dawî de hijmara pêketiyan û miriyên Koronayê li Îranê gelek zêde bûye.

Wezareta tendirostî ya Îranê diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îranê 39 hezar û 983 kesên din bi Koronayê ketine û 665 kesên din jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îranê bi giştî 104 hezar û 22 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

                                                                                                           

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.