Von der Leyen: YE û Talîbanê ti danûstandinek ne kirine

dibêje em wan nas nakin.
کوردستان TV
100%

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen dîyar kir ku yekîtî Talîbanê nas nake û bi mîlîtanên wê rêxistinê re ti hevdîtin çênekiriye.

Von der Leyen piştî li Madrîdê serdana Afganên bo YE xebitîne kir, axifî.

Wê da zanîn ku komîsyonê îsal bo Afganistanê 57 mîlyon euro (67 mîlyon dolar) veqetandiye û dîyar kir wê zêdekirina wî pereyî pêşnîyaz bike.

Seroka Komîsyona YE got ew dixwazin ku alîkarîya wan bo mafên mirovan, rêzdariya bo pêkhate û keç û jinan were xerc kirin.

Von der Leyen dîyar kir ku ew gotinên Talîbanê dibihîsin, lê ew dê wê rêxistinê bi kiryarên wê bipîvin.

Wê da zanîn ku komîsyon hazir e piştgirîya aborî bide welatên YE yên dixwazin penaberan bi cîh bikin û dîyar kir ku ew plan dike ku di Hilcivîna G7 de jî ser bicîhkirina penaberan biaxife.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.