Ev karwana han ji cureya Pfizere.
Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikûmeta Îraqê de yên bo dabîn kirina vaksîna dijî Koronayê de, îro karwaneke din ji vaksîna Pfizer gehêşte Îraqê.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ev vaksîna han bi rêya serdxaneyên taybet bo parêzgehên Îraqê û herêma Kurdistanê hatiye şandin.
Weke tê zanîn heta niha 2 miliyon û 919 hezar û 267 kes li Îraqê qorçêka yekem ya vaksînê wergirtine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin