Diyaloga derbarê avê de didome.
Wezareta çavkaniyên avê yê hikûmeta Îraqê ragihandiye ku vê di rojên pêşde şandeke Îraqî bo domandina giftûgoya navbera Tirkiye û Îraqê de ya derbarê çareser kirina kêşeya avê, vê serdana Enqereyê bike.
Li gor daxuyaniya wezareta çavkaniya avê, vê şanda Îraqî di destpêka meha Îlonê de serdana Enqereyê bike û giftûgoyên berê yên li gel Tirkiyeyê bidomîne.
Weke tê zanîn jiber hişkesaliyê û kêm aviyê, îsal hem Îraq û him jî Tirkiye rastî kêm avî hatine û Tirkiye jî bi ava kirina çend bendavan, rêjeya ava ku di herke Îraqê kêm kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin