Amerîka: Metirsiya êrîşê bo ser balefirgeha Kabilê heye

DIŞI gefa êrîş kirine ser balefrixaneyê kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje mimkune DIŞI êrîşî ser balefirgehê bike.
Kanala NBC ya Amerîkî li ser zarê rayedarên pile bilind yên Amerîkayê belav kir ku terorîstên DIŞIê gefa êrîş kirine ser balefirgeha navnetewî ya Kabilê kirine.
Kanala nav hatî diyar kiriye ku Amerîka jiber egera êrîşan, bo ser balefirxaneyê, niha hewl bo dîtina alternatîfên din yên bo balefirxaneya Kabilê bo veguhastina hêz û welatiyên Amerîkî yên li Efxanistanê dike.
NBC herwiha belav kiriye ku rayedarên Amerîkî daxwaz ji hêz û welatiyên Amerîkî yên li Efxanistanê kirine ku jiber wan gefan niha rawestin û berê xwe nedin balefirxaneya Kabilê.
N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.