Welatiyên Îranê di nava rewşeke aloz dene

welatî neçarin li malên xwe, xwe derman bikin.
کوردستان TV
100%

Li nexweşxaneyan nayên dermankirin.

Li gor çapemeniya Îranî Korona hîn jî li Îranê roj biroj zêdetir dibe.

Nexweşxane û navendên derman kirinê gehêştine rewşek ku nikarin xizmetgozariyên tendirostî pêşkêşî welatiyan bikin.

Jiber zêde bûna berketiyan, di nava naxweşxaneyan de cîh nemaye û welatî neçarin di nava malên xwe de bi dermanên seretayî dest bi prosesa çareseriya xwe bikin.

Malpera Iranianuk wêneyek belav kiriye û li ser nivîsandiye, ew wêne li bajareke Îranê hatiye girtin û tevahiya endamên malbetekê bi koronayê ketine.

Li nexweşxaneyan cîh nebûye lewre ev neçar mane li male xwe, xwe derman bikin.

Ji aliyeke din ve jiber zêde bûna hijmara pêketiyan li Îranê, qedexeya hatûçûyî di navbera bajaran de bo 15 rojan hatiye ragihandin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.