Serokwezîrê Îraqê serdana Kuwaitê dike

dixwaze di navbera wan du welatan de rûpeleke nû were vekirin.
کوردستان TV
100%

Ev yekem serdana Kazimiye bo Kuwaitê.

Wezareta derve ya Îraqê belav kiriye ku vê di nava çend rojên pêşiya me de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Kuwaitê bike.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê, Serokwezîr Mistefa Kazimî vê li gel rayedarên Kuwaitê bicive û di civînan de giftûgo li ser têkiliyên navbera Îraq û Kuwaitê û çawetiya bihêztir kirin û pêş de birina têkiliyên han were kirin.

Ev yekem serdana Kazimiye bo Kuwaitê û li gor zaniyariyan, Kazimî dixwaze di navbera Kuwait û Îraqê de rûpeleke nû veke.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.