Li Efxanistanê amadekariyên şoreşê tên kirin.
Piştî kontrol kirina Kabilê ji aliyê Taliban ve û reviyana Serokkomarê Efxanistanê Eşref Xenî bo derveya welat, rewşa Efxanistanê hîn aloztir bû.
Taliban ku niha li Kabilê hikmdare dibêje rejîma wan vê li gor şerîeta îslamê be û bi ti awayî demokratîk nabe.
Civaka cîhanî jî ji Talibanê re dibêje eger daxwaza nasînê dikî lazime girêdayî bi peyman û pîverên demokratîk bî, lê Talibanê guhê nade wan tiştan.
Ji aliyeke din ve eyaletek heye li Efxanistanê bi navê Panşîr, ev eyelet ku 150km dûrî Kabilê ye hîn jî neketiye destê Talibanê, niha Cîgirê berê yê Serokkomarê Efxanistanê, Emrulah Salih, li vê eyaletê mişxûlî kom kirina leşkeran û amadekariyên pêwîst bo destpê kirina şoreşeke li dijî Talibanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin