Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 210 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 208,617,866 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 37 mîlyon e.
Li dû Amerîka bi pirtir ji 32 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,382,528 kesan canên xwe ji dest dane.
Amerîka bi 623,322 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 570,598 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 106,602 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.
Ji voayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin